Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 14’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.
KCK’ê diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye û got: ”Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê salvegera 14’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.
KCK’ê diyar kir ku beriya niha bi 14 salan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava destpê kir û got:
Şoreşa ku li Kobanê destpê kir li Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bû.
Di vê şoreşê de zêdeyî 10 hezar Kurd, Ereb, Suryan û enternasyonalîstên Tirkiyeyî û çar aliyên cîhanê şehîd bûn.
Di vê şoreşê de bi deh hezaran kes birîndar bûn. Em şehîdan bi minet û hurmet bi bîr tînin.
KCK: Şoreşa li Rojava pêk hat li Rojhilata Navîn bû qadeke şên a demokrasiyê
KCK’ê anî ziman ku şoreşgerên Rojava hem serî li ber dîktatoriya Baasê hildan hem jî DAÎŞ a ku bû belayê serê mirovahiyê têk birin û wiha dewam kir:
Şoreşa ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat li Rojhilata Navîn bû qadeke şên a demokrasiyê.
Cara yekê li Rojhilata navîn sîstemek demokratîk a ne otorîter ava bû.
Gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de berdêlên giran dan û mirovahî ji belayekî bi vî rengî rizgar kirin.
Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bi hezaran gerîla li kêleka gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê şer kirin.
Şoreşa Rojava bû şoreşeke welê ku demokratên şoreşger ên cîhanê piştgiriya wê kirin.
KCK: Rêber Apo daxwaza Sûriyeke demokratîk dike
Her wiha KCK’ê destnîşan kir ku Rêber Apo her tim got, divê Sûriyeyeke demokratîk a xwe dispêre xwerêveberî û demokrasiya xwecihî bê avakirin.
Lewma girîng e ku demokrasiya xwecihî ya li Rojava bê parastin.
Eger wê li Sûriyeyê entegrasyoneke xwe dispêre aştî û wekheviyê pêk were, divê ev yek otorîter û navendîperest nebe.
Lewma avakirina Sûriyeyeke bi sîstema demokratîk a ku Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Çerkez, Ermenî, Elewî, Sûnî, Durzî û Êzidî bi hev re lê bijîn wê Sûriyeyê lawaz neke, lê xurt bike.
KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze
KCK’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha anî ziman:
Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, em ê her tim bi têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya gelên Sûriyeyê re bin.
Em di wê baweriyê de ne ku gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe yên li ser xeta rêber Apo û xeta azadî û demokrasiyê bi dest xistiye,
Weke doh îro jî biparêze; bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê ji têkoşîn û jiyana wan a ji niha û pê ve serketinê dixwazin.”



