Xizmên girtiyan ji bo edaletê di nobetê de ne

Çalakgerên nobeta Edaletê di rakirina tecrîda li ser rêber Apo û bi dawîkirina şer de bi israrin û li gelek bajarên Bakurê kurdistan û Tirkiyê di nobeta Edaletê de ne.Dibêjin, heta rêberê wan Azad nebe ne aştî ne jî aramî dikare were.

Xizmên girtiyan çalakiya Nobeda Edaletê ya di çarçoveya pênga”Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dewam dikin.

Nobeda li navçeya Sancaktepe ya Stanbolê bi serdana rêxistin û welatiyan dewam kir.

Di çalakiyê de bang li herkesî hat kirin ku bibin dengê girtiyan û ji pêvajoyê re aştiyê pêk bînin.

Nobet bi gerandina govend û gotina stranan bi coş bû.

Gelek kes hatin çalakiya nobetê ya li Mêrdînê jî.

Çalakger û kesên serdana nobetê kirin gotin:

“Em aştiyê dixwazin, divê birêz Abdulah Ocalan azad bibe hemû girtî bên berdan”.

Bajarê Wanê jî ev 43′ rojin nobetê digirin.

Çalakiyê bi dirûşma, “Bijî Serok Apo” û bi stranan dewam kir.

Li Edenê jî bi nobet bi serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Seyhanê dewam kir.

Di çalakiyê de hate diyar kirin ku heta rêber Apo azad nebe dê kaos û şer hebe.

Li Mêrsînê ev demeke dirêje nobet didome.

Dayikên Aştiyê û gel ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirin.

Bajarê Amedê jî bi pêşengiya dayikan di nobetê de ye.

Dayikên ku di nobeda edaletê de ne, pergala tecrîdê ya Îmraliyê şermezar kirin û xwestin ku tecrîd tavilê bê rakirin.

Nobeta Edaletê ya li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê didome

Back to top button