Nobeta Edaletê ya li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê didome

Bû 50 roj girtiyên siyasî yên di girtîgehên Bakurê kurdistan û Tirkiyê di girve birçîbûnê de ne.Çalakiya piştevaniyê ya nobeta edaletê jî bi coş û moral didome. Heta niha jî desthilata Tirkiyê ti gav ji bo rakirina tecrîdê navêtiye û gel jî dibêjin, heta tecrîd li ser rêber Apo û girtiyan ranebe emê têkoşînê bidomînin.

Ji bo dawî li tecrîd, şer, qeyran û kuştinan bê, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê kurdistan û Tirkiyê ev 50 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Nobeta Edaletê jî bi pêşengiya xizmên girtiyan didome..

Li Edeneyê Nobeda Edaletê dı roja 42’an dewam kir.

Dayikên Aştiyê pêşengtiya çalakiyê dikin û gelek kes hatin serdana nobetê.

Di tevahiya çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Beşdaran diyar kirin ku heta desthilatdarî daxwazên wan pêk neyne ew de têkoşînê bernadin.

Çalakgerên di nobeta Stanbolê de jî 33 rojin bi coş û moral nobeta xwe didomînin.

Rêveberiya Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Çekmekoyê û gelek kesên ji komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadoluyê (ANYAKAY-DER) hatin serdana nobetê.

Çalakgeran bi stran û gerandina govendê coş dan çalakiyê.

Di çalakiyê de hat gotin, desthilatdarî nikare vîn û îradeya me bişkîne.

Heta ku daxwazên girtiyan neyê qebûlkirin dê têkoşîna me bidome.”

Divê gel bi giştî daxwaza edaletê bikin û dawî li şerê heyî bînin.

Çalakgerên Nobeta Edaletê banga rakirina tecrîdê dikin

Back to top button