Serokê Hikûmeta Tûnisê Ilyas El-Fexfax hikûmeta xwe ya ku ji 30 wezîrî pêk tê, ragihand.
Roja şemiyê Ilyas El-Fexfax ê ku ji aliyê Serokê Tûnisê Qeys Seîd ve hatiye erkdarkirin, ji bo hikûmeta nû, 30 kesayetên serbixwe bijartin.
El-Fexfax diyar kir ku tevî danûstandinên erênî , Tevgera El-Nehda berî ragihandina hikûmetê bi çend saetan xwe vekişand, ji ber ku partiya “Qelb Tûnis” tevlî nebûbû.
Tevgra “El-Nehda” ya Îxwanî bi behaneya ku Ilyas El-Fexfax daxwaziyên wan nepejirandine, bawerî neda hikûmeta nû.
Tevgera El-Nehda armanc dike ku cihê xwe di nava wezatetên girîng ên hikûmeta El-Fexfax de bigire, da ku projeyên Îxwantiyê berfireh bike.