Îsraîlê baregehên Hemasê bombebaran kirin

Balafirên artêşa Israîlê hin baregehên Tevgera Hemasê yên li Xezzayê bombebaran kirin.

Agirbesta di navbera Hemas û Israîlê de ku duh di rojeva çapenemiyê de bû, beriya ku pêk were têk çû.

Li gorî ajansa AFP’ê, duh balafirên artêşa Îsraîlê hin baregeh û nuqteyeke leşkerî yên Tevgera Hemasê yên li Xezzayê bombebaran kirin.

Li gorî heman ajansê ev êrîş piştî ku Felestîniyan 2 mûşek avêtin herêma Eşkûl a başûrê Îsraîlê, pêk hat.

Li aliyekî din jî, piştî di ser rakirina dorpêça li ser Xezzayê re 24 saet derbas bûn, hikûmeta Îsraîlê tevgera bazirganiyê li Xezzayê sînordar kir û rûbera masîgiriyê jî kêm kir.

Duh çapemeniya herêmî ya Îsraîlê ragihandibû ku, Hamasê peyamek ji Îsraîlê re şandiye, li gorî wê Hamas dê êrîşên bi nepoxên şewatok û roketan rawestîne û li beramberî vê jî wê Îsraîl herêma girtina masiyana li Xazzeyê berfirehtir bike û 500 destûrên kar paşve vegerîne.

Back to top button