Li Sê Girtîgehan, girtî rastî îşkenceyê hatin

Binpêkirina mafê mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê roj bi roj zêde dibe.

Li girtîgehên Tekîrdag, Bakirkoy û Bandirmayê di avêtina ser qawîşan de girtî hatin derbkirin û êşkence li wan hat kirin.

Hat ragihand ku 12 girtiyên ku hefteya borî ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tekîrdagê bi zorê hatin veguhestin, hatin derbkirin.

Tê gotin bi hinceta ku dê Girtîgeha Tîpa T ji bo jin û zarokan bê amadekirin girtî hatine sewqkirin û di dema sewqkirinê de eskeran bi awayekî ne baş bi girtiyan re danûstandin.

Girtî bi rêya parêzerên xwe ragihandine ku li têketina Girtîgeha Tîpa F, lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber ku qebûl nekirine hatine derbkirin. Her wiha girtiyan diyar kiriye ku pirtûk û kincên wan jî hatine desteserkirin.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) li ser mijarê agahî dan û ragihandin ku li sê girtiyên PKK’î yên hatin sirgûnkirin lêgerîna bi rengekî tazîkirî hatiye ferzkirin û li wan xistine.

Back to top button