“Divê çarenûsa rojnamevan Silêman ji bo raya giştî were eşkerekirin”

Rojnamevan û çalakvanên Herêma Raperînê daxwaza azadiya rojnamevan Silêman Ehmed kirin û gotin:
“Ev ne cara yekê ye ku ev hikûmet rojnamevanan bi sîxuriyê tohmetbar dike, lê di rastiyê de ew partî bi xwe sîxur in ku ji bo leşkerên dagirker dixebitin.”

Rojnemevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed yê ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin, ev 16 rojin tu agahî jê nayê girtin.

Derbarê mijarê de çalakvan û rojnamevanên Herêma Raperîn a Başûrê Kurdistanê axivîn.

Rojnamevan Sabîr Abdullah îdaya PDK’ê ku got wan silêman ehmed ne ji ber karê wî yê rojnamevaniyê girtiye nirxand û got:

“Ev ne cara yekeme ev desthilat bi vî awayî nêzî rojnamevan û xelkê herêmê dibe.

Di rastiyê de yê ku sîxurtiyê ji bo dagirker û dijminên gelê Kurd dike, ev desthilat bi xwe sîxure.

Divê di demeke nêzîk de Rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”

Çalakvanê civaka sivîl Rehman Hisên jî daxwaz kir ku çarenûsa Silêman were diyarkirin.

“Kiryarên desthilatê li dijî rojnamevanan, ji bilî terorê tu pênaseyek din nagire”

Rojnamevan Hawar Star jî diyar kir ku revandina rojnamevanan li Başurê Kurdistanê bêyî biryara dadwerî, diyardeyeke xirabe û wiha axivî:

“Ev diyardeyeke ku tenê ji bo tepisandina azadiya rojnamevanan e.

Divê rêxistinên navneteweyî zextê li rayedarên Başur bikin ku zext û êrîşan li ser Rojnamevanan nekin.”

Çalakvanê sivîl Hîwa Hesen destnîşan kir ku ev kiryarên hikûmeta Başurê Kurdistanê metirsîdarin axivî û got:

Çalakvanê sivîl Hîwa Hesen kiryarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê metirsîdar nirxand û got:

“Em dibînin rojane li Başurê Kurdistanê rojnamevan û çalakvan têne girtin û cezakirin.

Ev yek ji bo navûdengê Herêma Kurdistanê gelek xirabe.”

“Îdayên derbarê Silêman Ehmed de tên parvekirin nerastin”

Back to top button