Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve şermezar kir û bang li herkesî kir ku helwestê nîşan bidin.
Rojnamevan Ezîz Koyluoglû jî got; “Polîtîkaya PDK’ê ya ku li hemberî çapemeniya azad dimeşîne heman polîtîkaya AKP-MHP’ê ye.”
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) ji ber revandina rojnamevan Suleyman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de revandina Silêman Ehmed hat şermezarkirin û wiha hate gotin.
“PDK ku wekî tetîkkêşê rêveberiya faşîst a Tirkiyê tev digere, li başûrê Kurdistanê destûr nade ku li ser navê azadiya çapemeniyê tu nirx bi pêş bikeve û hemû qadên xebatê girtiye.
Em bi lîstikek qirêj a PDK’ê re rû bir û ne. Li dijî rojnamegeran polîtîkayek pir xetar û qirêj tê meşandin.
Em ji jiyana Siîêman Ehmed bi fikar in. Nêzîkatiya PDK’ê ji zordariya rêveberiya Tirk ne cudatir e û nayê qebûlkirin.”
DFG: Divê raya giştî bêdeng nemîne û helwestê nîşan bide
Komeleyê bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku der barê aqûbeta rojnamevan Siîêman Ehmed de raya giştî agahdar bikin.
Her wiha bang li raya giştî û ya cîhanê jî kir ku bêdeng neminin û helwestê nîşan bidin.”
Ezîz Koyluoglû: Li Bakur siyaseta AKP’ê çi be li Başûr ya PDK’ê jî ew e
Rojnamevan Ezîz Koyluoglû jî, polîtîkaya PDK’ê û êrişên wê yên li ser çapemeniya azad nirxand.
Rojnameger Ezîz Koyluoglû jî diyar kir ku fikarên derbarê jiyana rojnameger Siîêman Ehmed de zêde dibin û wiha got; “Polîtîkaya ku niha PDK dimeşîne heman polîtîkaya AKP-MHP’ê ye. Li bakurê Kurdistanê polîtîkaya AKP-MHP’ê ya li hemberî çapemeniya azad çi be li başûrê Kurdistanê ya PDK’ê jî ew e.”
Ezîz Koyluoglû: Em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in
Koyluoglû da zanîn ku destûr nayê dayin ku Ehmed bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û got: “Derbarê rewşa wî de em tu agahiyan nikarin bigirin. Em ji jiyana wî bi fikar in.”