Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Xalid Şengalî diyar kir ku 2023’an bi hezaran malbatên Şengalê vegeriyane ser axa xwe û got: “Koçberên ji kampan vedigerin Şengalê li dora saziyên Rêveberiya Xweser kom dibin û ciwan jî berê xwe didin nava refên Asayîşa Êzidxanê.”
Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Xalid Şengalî kar û xebatên asayîşa Şengalê yên 2023’an nirxand.
Xalid Şengalî diyar kir ku wan di nava salê de gelek kar û xebatên girîng dane meşandin.
Şengalî: Dijmin dixwest Şengalê ji gel vala bike lê bi ser neketin
Şengalî balkişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wan yên li dijî Şengalê û got:
“Xwestin bi van êrişan Şengalê ji gel vala bikin û pêşî li vegera koçberan bigirin.
Lê ruxmê hemû êrişan jî xelkê me bi îrade û hêzeke mezin bersiva wan da.”
“Bi hezaran malbatên me vegeriyan Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazî kirin”
Şengalî her wiha îşaret bi vegera malbatên Êzidî yên li ser xaka Şengalê kir û ev tişt anî ziman:
“Bi hezaran malbatên me vegeriyan û ji aliyê Asayîş, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ve hatine pêşwazîkirin.
Gelê me yê ku vedigerin rastiya me dibînin û li dora Rêveberiya Xweser kom dibin.
Taybet ciwanên me dema vedigerin rastiya me dibînin û beşdarî nav refên Asayîşê dibin.”
“Gelek ciwanên ji koçberiyê vegeriyan beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûn”
Xalid Şengalî diyar kir ku bêtirî 10 dewre ji bo endamên nû hate vekirin û piraniya ciwanên ku tevlî dewreyên perwerdeyêbûn jî, ciwanên ji koçberiyê vegeriyane.
Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Xalid Şengalî di dawî de bang li tevahî koçberan kir ku vegerin ser axa xwe.