Hate ragihandin ku keştiyek neftê ya Iraqê ku nefta Besrayê hildigirt, di navbera Umman û Îranê de hate desteserkirin.
Hate diyarkirin ku keştî berbi bendera Mersîn ya Tirkiyeyê ve diçû û heta niha nayê zanîn keştî ji aliyê kîjan alî yan jî koman ve hatiye desteserkirin.
Medya Iraqê ragihand ku keştiyek a neftê hilgirtinê ya Iraqê ku nefta Besrayê hildigirt, di navbera Umman û Îranê de hatiye desteserkirin ku berbi bendera Mersîn ya Tirkiyê ve diçû.
Hêzên Operasyonên Deryayê yên Brîtanyayê belav kir ku îro komek li kendava Umman nêzîkî Îranê keştiyek desteserkirine û piştre têkiliyên tîma keştiyê li gel keştiyên din qut bûye.
Her wiha hate destnîşankirin ku çekdarên gumanbar cil û bergên leşkerî yên reş û maskeyên reş li xwe kiribûn û kamerayên çavdêriyê yên di keştiyê de girtin.