Nifşek Kîsoleyê ku berî 100 salî tine bûyî dihat hesabkirin hate dîtin

Li Ekvadorê mizgîniyek piştî 100 salî hate dayîn.
Kîsoleya Chelonoidis ku 2019’an hatî dîtin, tê texmînkirin ku temenê xwe 100 salî ye.
Mizgîniya vê yekê jî ne temen lê ew e ku beriya niha bi 100 salî dihat texmînkirin ku nifşê kîsoleya qala wê tê kirin bi dawî bûye.

Wezareta Hawirdorê ya Ekvadorê ragihand ku bi Baxçeyê Giştî yê Galapagos û Rêxistina Parastina Galapagos têkildarî mijarê lêkolînek hevpar dan meşandin.

Kîsoleya ku ji nifşê ‘Chelonoidis phantasticus’ û mê ye, beriya niha dihat payîn ku nifşê wê tine bûye.

Ev agahdarî ji pisporên zanyariya genetîkî ya li Zanîngeha Yale ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hat.

Di komkirina DNA ya kîsoleya jin a ku 2019’an hate girtin de hate hînbûn ku 1906’an Akademiya Zanistê ya California ji kîsoleyek nêr ya heman nifşî hatibû girtin.

Zanyaran ev yek anîn berhev û derket holê ku ev kîsole ji nifşê wê yekê ye beriya niha hatibû gotin, bi dawî bûne.

Chelonoidis phantasticus, yek ji 15 cûreyên mezin ê kîsoleyên li Giravên Galapagos û Girava Fernandina dijî ne.

Back to top button