Macron: Ez hatim ku berpirsyariya me qebûl bikim

Serokomarê Fransayê Emmanûel Macron serdana Rûandayê kir û got:
“Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim.”

Emmanûel Macron li merasîma bîranîna qirkirinê ya Kîgaliyê axivî û got;

“Ez hatime berpirsyariyên me qebûl bikim.”

Macron îddîa kir ku Fransa ne şirîkê sûc e û diyar kir ku demeke dirêje li cihê lêkolîna rastiyê, bêdeng ma.

Vê serdana fermî ya Macron wekî qonaxa dawîn a normalîzekirinê têkiliyên wan e yên ku 25 sal in bi alozî didome.

Di sala 1994’an de di navbera Nîsan û Tîrmehê de piraniya wan Tûtsî herî kêm 800 hezar kes hatibûn kuştin.

SeroomarêMacron anî ziman ku naskirina paşerojê di heman demê de tê wateya domandina peywira edaletê.

Di navbera salên 2006 û 2009’an de, navbera Parîs û Kîgaliyê jî têkiliyên dîplomatîk hatibû qutkirin.

Di meha Adarê de dîroknasên ku Vîncent Dûclert pêşiya wan vekiribûn, raporek amade kiribûn.

Di raporê de qala berpirsyariyên giran ên Fransayê hatibû kirin.

Back to top button