“Divê teqez hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin”

Parêzer Cemal Demîr û Serokê Şaxê ÎHD’ê yê Wanê Mehmet Karataş li dijî tecrîda li ser Rêber Ocelan bertek nîşan da..
Parêzeran di axaftinên xwede destnîşan kirin ku astengkirina hevdîtina bi Ocalan re sebra civakê difûrîne û got:
“Divê teqez hevdîtin bê kirin.” 

Li dijî Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocelan bertekên tund derdikevin ..

Parêzer Cemal Demîr û Serokê Şaxê ÎHD’ê yê Wanê Mehmet Karataş derbarê vê yekê helwesta xwe nîşan dan ..

Parêzer Cemal Demîr diyarkir ku armanc ji tecrîdê ew e ku girtî ji cîhanê û civakê bê dûrxistin û got:

“Ya ku li ser Birêz Ocalan tê ferzkirin jî hîn kûr û cuda ye.

Ji manîfestoya rizgariya gelan a Birêz Ocalan ditirsin.

Sedema esasî ya tecrîdkirina Birêz Ocalan ev e.

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Birêz Ocalan nayê girtin.

Ev yek hewldana ji bo fûrandina sebra civakê ye.

Divê teqez hevdîtin bê kirin û bi raya giştî re jî bê parvekirin.”

Parêzer Demîr ji ber neparvekirina detay û encamên serdanê Îmraliyê CPT rexnekir.

“Mafê her girtiyekîye ku parêzerên xwe bibîne”

Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Wanê Mehmet Karataş jî nerazîbûna xwe nîşan da..

Mehmet Karataş got:

“Bicihanîna cezayê ku li Ocalan hatiye birîn bi binpêkirina mafên bingehîn dewam dike.

Mafê her girtiyekî heye ku parêzerên xwe bibîne..

Astengkirina vî mafî tenê li gorî qanûnan bi biryara dadgehê dikare bê kirin.

Ev biryar bi raya giştî, parêzeran û malbatan re nayên parvekirin.

Bi vî rengî mafê rabûna li ber vî biryarî û serlêdana dadgehê tê binpêkirin.

Ev yek nîşaneya hewldana ji bo rewakirina tecrîdê ye. “

Back to top button