Ermen û Asûrên Hesekê: Em aştî û aramiyê dixwazin, em şer naxwazin

Pêkhateyên Ermen û Asûr ên kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi şandina çeteyan ji bo Azerbeycanê, dixwaze komkujiyên ku berê pêk anîbûn dubare bike. Eermenan piştrast kir ku divê civaka navdewletî sînorekî ji sûcên artêşa Tirk ên li dijî gelên li Rojhilata Navîn dijîn, deyîne.

Ermen û Asûrên kantona Hesekê li hemberî destwerdana Tirkiyê ya li welatên din û bi taybetî di êrîşên li dijî Ermenistanê de, bertek û nerazûbûna xwe nîşan da.

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arîf Nêrsîs êrîş, sûcên Azerbeycan û dewleta Tirk ên li djiî gelê Ermen û pêkhateyên din ên Rojhilata Navîn, şermezar kir.

Endamê Meclisa Ermenan a li Hesekê Eytan Teteryan jî destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji van êrîşan, dubarekirina komkujiyên berê yên der heqê Ermenan û têkbirina çi kesên ku xeteriyê li siyaseta wê dike ye.

Têlildarî heman mijarê, Seroka Meclisê Gelê Asûrî ya Hesekê Ilyas Enter Ilyas axivî û got:

“Divê dewletên heyî sînorekî ji sûcên artêşa Tirk ên li dijî gel û pêkhateyên li Rojhilata Navîn dijîn, deynin.

Ermen û Asûrên Hesekê banga rawestandina şer kir

Pêkhateyên Ermen û Asûr ên kantona Hesekê di dawiyê de, banga
rawestandina şer û sûcên dewleta Tirk a dagirker kirin.

Back to top button