Çeteyên Tirkiyê li Girê Spî welatiyek revand

Li heremên dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker revandina welatiyan didomîne.
Li gor Ajansa Hawarê ku xwe dispêre çavkaniyên xwecihî li Girê Spî çeteyan welatiyek revandin.

Ajansê dazanîn ku komeke çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker doh êvarê ser gundê Zêbeqiye yê kantona Girê Spî de girt û welatiyê bi navê Mihemed Elî Osman ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Ajansê diyar kir ku tevî hewildanên malbatê jî rewşa kesên hatiye revandin nediyar e,

Li heremên dagirkirî revandina welatiyan bûye rêbazeke pere bi dest xistin, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li beramber serbestberdana kesên revandî, pere ji malbatên wan dixwazin.

Back to top button