Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê derbarê Meha Remezanê peyamek weşand û got:
“Alema Îslamê dikeve meha rojiyê.
Em hêvîdarin îbadetên vê mehê rê li ber wekhevî, azadî û biratiya gelan û baweriyan veke.”
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji bo hatina meha remezanê ya sala 2023’an daxuyaniyek da û got:
“Gelên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bi windahiyên mezin ên ji ber erdhej û lehiyê ketine meha Remezanê.
Dijminatiya ku dewleta Tirk li dijî gel û di karesatan de êş û windahiyan zêde dike.
Gelê Kurd ji her demê bêhtir bi zanebûn, bi rêxistin û bi hêvî ket meha rojiyê ya îsal.
Em hêvîdar in wê îbadet û xizmeta wan sûdê bide hemû dîn û mezheban û rê li ber xêrên mezin veke.”
KCK’ê dawiya daxwiyaniyê ev yek got:
Em bawer in ku Misilmanên Kurdistanê wê mislimantiya xeta Îslama Demokratîk nîşan bidin.
Em bang li her kesên xwedî wijdan dikin ku cejna Remezanê ya îsal bikin wesîleya dawîkirina desthilatdariya Tirk.