Îran û Tirkiye li ser xaka Iraqê êrişan pêk tînin

Di nava demên dawiyê de, mîna dewleta Tirk a dagirker, rejîma Îranê jî dest bi topbarankirina xaka Başûrê Kurdistanê kiriye.
Lê beşek zêde ji parlamenterên Iraqê ji vê rewşê nerazî ne.
Ji ber vê yekê 125 parlamentera xwest parlamentoya Iraqê li ser mijarê bicive.
Cîgirê dûyem yê serokê parlamentoya Iraqê Şaxewan Abdulla ragihand ku heta niha ti demek ji bo civînê nehatiye diyarkirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.

Dewleta Tirk rojane bombe li herêmê dibarîne û xelkê sivîl dike armanc.

Îran jî di demên dawî de rojane herêma Kurdistanê dide ber topan.

Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê de, parlamenterên Iraqê îmze kom kirine û dixwazin civînek li ser êrişan pêkwere.

125 Parlamenter li dijî êrişan daxwaza civînê dikin

Cîgirê dûyem yê serokê parlamentoya Iraqê Şaxewan Abdulla bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parlamentoya Iraqê li ser êrişên dewleta Tirk û Îranê bicive, 125 parlamenteran îmze komkirine.

Şaxewan di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku heta niha ji bo vê civînê ti demek nehatiye diyarkirin.

Cîgirê yekem yê serokê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelawî duh derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews re axivî bû gotibû;

“Êrişên dewleta Tirk yên li ser serweriya xaka Iraqê nayên qebûlkirin, ji ber ku welatiyên sivîl dibin qurbanî.”

Back to top button