Tûra pêşî ya hilbijartina Brezîlya bi encam bû

Gelê Brezîlyayê doh ji bo dîyarkirina serokê welat ê nû, dengê xwe bikar anîn.
Li gorî encaman, Lula da Sîlva piraniya dengan bidet xist û bû yekemîn.
Lê ji ber ku rêjeya ji sedî 50 derbas nekir, encama dawî ya hilbijartina ma ji tûra dûyemîn re.

Sosyalîst, an rastgir ?..

Li Berzîlya ku ev demeke rêbaza desthilatdariya wê di rojevê de ye, gelek derdor li benda bersiva vê pirsê ne.

Doh encama pêşî ya hilbijartina serok-korariyê hêviya serkeftinê da derdorên sosyalît.

Encama tûra pêşî: Da Silva 47,94 û bolsonaro 43,62

Li gorî daxuyaniya fermîn ya Dadgeha Bilind a Hilbijartinê,

Namzetê sosyalîst Lula da Sîlva ji sedî 47,94’ê dengan bidest xist û bû yekemîn.

Hevrikê wî û lîderê rastgir Jair Bolsonaro jî bi rêjeya 43,62 bû yê dûyemîn.

Her çendî vê encamê dilê derdorên sosyalîst xweş kiribe jî, lê têrê nekir ku da Sîlva bibe serokê nû yê welat.

Ji ber vê çendê qedera hilbijartinê wê di tûra duyemîn de were diyarkirin.

Brezîlya: Tûra dûyemîn a hilbijartinê 30’ê Cotmehê ye

Li gorî vê,

Tûra dûyemîn ku wê 30’ê Cotmehê pêk were, serokê wê di navbera 2023 û 2027’an de Brezîlya birêve bibe, diyar bike.

Lula da Sîlva ku ji niha ve amadekariya tûra duyemîn dike ev peyam da gelê welat:

Em ê xwe ji vê rewşa xerab rizar bikin.

30 roj li pêşiya me ne û em ê xebata xwe zêde bikin.

Li welatê Amerîkaya Başûrê Brezîlyayê, bi giştî 156 mîlyon hilbijêr hene.

Doh ji wan tenê 120 mîlyonan dengê xwe bikar anî.

Back to top button