Bagera Ian amerîka veguherand xerabeyekê

Bagera Ian ya Amerîka dayî ber xwe, li pey xwe hilweşîn û bajarên jihevketî hişt.
Bagera bi kategoriya 4 li eyaleta Florida xistî, bû sedema mirina 83 kesî.
Her wiha li Karolinaya Bakur jî 4 kes mirin.
Dimenên piştî bagerê hatin kişandin, bandora bagerê radixe ber çavan.

Amerîka dixwaze ji kabosa bagera Ian bixwere aniyî şiyar bibe.

Lê sererastkirina wêraniya ku bagera Ian a 28’ê Îlonê bixwe re aniyî hêsan xuya nake.

Ji ber bagera Ian li Amerîka 87 kes mirin

Ji ber bagerê li eyaleta Florida 83 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Karolînaya Bakur jî 4 kes mirin.

Di demekî ku xebatên rizgarkirina welatiyan ji nava kavilan dewam dike de, metirsiya zêdebûna jimara miriyan jî bi xwere tîne.

Tevî ziyanên canî, ziyaneke mezin ya madî ji derket.

Bagerê bi leza xwe ya li peravên rojavayê Florîda bi bandor bûn, bû sedema ku pêlên deryayê heta 12 metreyî bilind bibin.

Vê yekê jî hişt ku mal û karger wêran bibin.

Li DYA ji ber bagera Ian 800 hezar avahî bê elektirîk man

Tê payîn ku li Floridayê ava çeman bilind bibe û car caran jî lehî pêk werin.

Li peravên başûrê DYAyê hat ragihandin ku elektirîka 800 hezar mal û kargehan qut bûye.

Hat destnîşankirin ku niştecihên Florida ji doh dest bi vegera li malên xwe kirin.

Welatiyên vedigerin jî li pêşberî wêraniya heyî jî matmayî dimînin.

Li eyaleta Florida 47 mîlyar dolar ziyan li pêk hatiye

Tenê li eyaleta Florida xisara ji ber bahozê derketiye bêtirî 47 milyar dolarî ye.

Tê gotin zirara giştî bigihêje 100 mîlyar dolarî.

Di vê navberê de, Serokê Amerîka Joe Biden û hevjîna xwe Jill Biden wê roja çarşemê serdana Florida bikin.

Beriya niha jî Biden ragihandibû ku ji bo pêwistiyên welatiyan ew ê bi waliyê Florida re kar bikin.

Back to top button