Di êrişên Îsraîlê li Xezayê de 183 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de 183 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara miriyan ji 26 hezar derbas kir.
Hemasê jî ragihand di nava hefteyekê de 53 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.
Li aliyê din Dîwana Edaletê ya Navnetewî têkildarî doza qirkirinê ya li dijî Îsraîlê rûniştina bîryar dayînê pêk anî.

Di roja 112’an ya şerê li Xezayê de bîlanço giran dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê encama şer û êrişên 24 seetên dawiyê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê artêşa Îsraîlê li dijî malên Filistîniyan 19 êriş pêk anîne û 183 kesên din hatine kuştin.

Di şerê Xezayê de hejmara miriyan 26 hezar derbas kir

Hat ragihandin di encama êrişên Îsraîlê de hejmara miriyan derket 26 hezar 83 û ya birîndaran jî derket 64 hezar 487 kesan.

Tê gotin hê jî ji ber êrişan hejmareke zêde kes di bin xirbeyan de ne û ekîbên rizgarkirinê nikarin xwe bighînin wan.

Hemas: Di nava hefteyekê de 53 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Baskê leşkerî yê Hemasê Tugayên Qesam jî ragihand ku wan di nava hefteyekê de 53 leşkerên Îsraîlê kuştine û 68 wesayît jî rûxandine.

Têkildarî mijarê berdevkê Tugayên Qesam daxuyanî da û eşkere kir li Şerîda Xezayê di nava hefteyekê de wan li dijî artêşa Îsraîlê 57 çalakî lidarxistine.

Di doza qirkirinê ya li dijî Îsraîlê de bîryar hate eşkerekirin

Li aliyê din bi armanca ku Îsraîl li dijî Filistîniyan qirkirinê dike doza ku Afrîka Başûr vekiribû îro li Dîwana Edaletê ya Navnetewî a li Lahey hate dîtin û bîryar hate eşkere kirin.

Dîwana Edaletê diyar kir ku ew hay ji trajediya mirovî ya ku li Xezayê diqewime hene û da zanîn ji ber mirina mirovan fikarên wan yên mezin hene.

Dîwana Edaletê eşkere kir ku Îsraîlê berpirsyariyên xwe yên di çarçoveya Peymana Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî de binpêkiriye.

Dîwana Edaletê eşkere kir, di doza qirkirinê de îdiayên ku li dijî Îsraîlê hatine kirin di asta maqûl de hatine îspatkirin û got;

Xelkê Xezayê ku rastî êrişên Îsraîlê tê li gorî xala 2. a Peyamana Qirkirinê “koma tê parastin” pênase dike.

Li Xezayê 18 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Back to top button