Wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbeycanê îro li Moskoyê dicivin

Ji bo rewşa mirovî, serokê Rûsyayê Vladimer Putin, banga rawestandina şerê li Qerebaxê yê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de kir.

Kremlinê bi daxuyaniyekê ragihand ku Putin gelek caran bi telefonê bi serokê Azerbeycanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan re axiviye.

Putin di van pêwendiyan de, banga rawestandina şer ji bo pevguhertina dîlên şer û termên kuştiyan kiriye.

Her wiha Kremlinê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku her du wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbeycanê, ji bo pêkanîna danûstandinan bi navbeynkariya Lavrov, serdana Moskoyê dikin.

Şerê li herêma Qerebaxê ya bi nakok di navbera Ermenistan û Azerbycanê de, roja 27’ê Îlonê, bi sorkirina dewleta Tirk, dest pê kir.

Back to top button