Rûsya nûnerekî taybet ji bo Sûriyê erkdar kir

Rûsya, serokê Birêveberiya Rojhilata Navîn di Wezareta Derve de, Alexander Kinshak, wekî nûnerê xwe yê taybet ji bo Sûriyê erkdar kir.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, serokê Birêveberiya Rojhilata Navîn di Wezareta Derve de, Alexander Kinshak, wekî nûnerê xwe yê taybet ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê erkdar kir.

Kinşak di navbera salên 2014 û 2018’an de balyozê Rûsya li Şamê bû.

Di dawiya 2018 de, cihê xwe weke Serokê Birêveberiya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê girt.

Beriya wê li balyozxaneya Rûsya ya li Bexdayê kar kir û di navbera 2008 -2013’an de balyozê Rûsya li Kuwêtê bû.

Back to top button