Çalakiyên greva birçîbûnê bi biryardariyeke xurt didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li zîndanên dewleta Tirk hatiye destpêkirin kete roja 63’emîn, çalakiya Mexmûrê jî di roja 42. de ye.
Malbat û xizmên girtiyan banga piştgirî û hestiyariyê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin, bi koma 13’an keta roja 63’emîn.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin.

Li Wargeha Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûne di roja 42’emîn de ye.

Her wiha li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hate destpêkirin, di roja 25’an de ye.

Xizmên girtiyan banga hestiyariyê dikin. Her wiha zextên li hemberî girtiyan her roja ku derbas dibe zêdetir dibe.

Çagla Îzcî: Divê bêdengî tune be

Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîbên Tirk, Çagla Îzcî pêvajoya grevê û pirsgirêkên piştî grevê dertên holê nirxand û destnîşan kir ku grevên birçîbûnê dikarin bi awayekî giran bidomin û ev tişt anî ziman:

Di rewşa normal de ger kesek hewcedariya av, şekir û xwê bigire heta roja 60’î dikare biçe.

Lê kesekî her tim ketibe grevê heta roja 60’î dikare krîza dil derbas bike.

Dikare hevsengiya xwe winda bike. Em dikarin bêjin ku dibe di pêjerojê de ev zêdetir bên jiyîn.”

Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîbên Tirk, Çagla Îzcî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Divê daxwazên girtiyan bên cih û grev bi dawî bin.

Back to top button