Mehmet Ocalan: Roja girtina serok ji bo Kurdan rojeke reş bû

Mehmet Ocalan diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî birayê wî Rêbe Apo bi tecrîda giran a li Girava Îmraliyê didome û got: “Komplo bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ku pêşkeşî gelan kiriye, hatiye pûçkirin.
Îro li Rojavayê paradîgmaya Serokatî pêk tê.
Heke paradîgma li Rojhilata Navîn belav bibe, dê şer bi dawî bibe.
Divê her kes li her derê li dijî tecrîdê bertek nîşan bidin.”

Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê axivî.

Mehmet Ocalan diyar kir ku dema birayê wî Rêber Apo hatiye girtin ew li Edeneyê sirgûnî bûye û got:

“Roja girtina Serok ji bo kurdan rojeke reş bû. Hemû hêzên navneteweyî rola xwe di girtina Serok de lîstin.

Ev komplo li dijî hemû gelê kurd pêk hat. Em kurd hatine dinyayê, lê ew kurdbûnê wekî sûc dibînin. Hêzên navneteweyî çareseriya pirsgirêka kurd nexwest.”

Mehmet Ocalan: Me piştî 20 salan serokatî li pişt camê dît

Mehmet hevdîtina xwe ya yekemîn a bi Rêber Apo re wiha vegot:

“Me piştî 20 salan Serokatî li pişt camê dît.

Serokatî li wir ji me re got, ‘Ji niha û pê ve çi hewce bike em ê bikin.’

Mehmet Ocalan: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe Komplo hat pûçkir

Birayê Rêber Apo bi lêv kir ku ji ber hêzên hegemon birayê wî ji bo pêkanîna planên xwe wekî asteng dîtine, ew komplo pêk anîne û wiha pê de çû:

“Komplo bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ku pêşkeşî gelan kiriye, hatiye pûçkirin. Lê belê komplo îro bi tecrîda girankirî didome. Paradîgmaya Serokatî wê roj bi roj berfirehtir bibe. ”

Mehmet Ocalan: Birayê min li girava Îmraliyê ye yan na?

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku di hevdîtina dawî ya sala 2019’an de Rêber Apo peyamên girîng dane û wiha domand:

“Piştî wê rojê destûr nehatiye dayîn ku careke din rû bi rû hevdîtinê pêk bînin.

Di hevdîtina me ya dawî de Serokatî got, ‘Kî ji bo çareseriya mafên gelê kurd gav biavejê, divê siyaseta kurd pê re diyalogê pêk bîne. Em ne alîgirê tu partiyên Tirkiyê ne.’

Divê siyaseta me jî li gorî vê tevbigere. Niha em nizanin ka Serok hîn li Girava Îmraliyê ne yan na.

Wekî gel û wekî siyaset divê em bipirsin girtiyên li Girava Îmraliyê jiyana wan çawaye.”

“Divê em li her qadê li dijî tecrîdê bertek nîşan bidin”

Mehmet di dawiya axavtina xwe de diyar kir ku divê her kes li her derê li dijî tecrîdê bertek nîşan bidin.

Salvegera 25. a Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo

Back to top button