Sêniyên Helebê: Dewleta Tirk û hikûmeta Şamê bi heman armancê dixebitin

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser, derxistina aloziyan li Hesekê û Qamişlo û dorpêça li ser Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li hev kirine. Şêniyên Helebê ji taxên dorpêçkirî anîn ziman ku bi ti awayî vîna wan nayê şikandin.

Derxistina fitneyan bûye rêbazê sereke yê hikumeta Şamê û bi gelek awayan dixwaze planên xwe mîna yên dewleta Tirk li dijî herêmê bi cih bike.

Li Qamişlo û Hesekê niha baş vê siyasetê dimeşîne, armanc jî dirandina tevna civakî ya rengereng û jihevxistina hîmên Rêveberiya Xweser e.

Li rex vê, ev zêdeyî 3 mehan e, dorpêçeke giran li ser herêma Şehba, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sepandiye.

Şêniyê bi navê Xalid Hesen ê ji taxa Şêxmeqsûdê dibêje ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şikandina vîna gel û derxistina aloziyê pêk tên.

Her wiha paşguhkirina rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, şermezar kir.

Şêniyê bi navê Dilovan Hemo yê ji taxê Eşrefiyê jî, anî ziman ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk heman sûcan dikin û teqez kir ku şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li dirêjahiya aloziya Sûriyê, li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da û dê li ber xwe bidin.

Şêniyê bi navê Cemal Tobo jî, da zanîn ku dîroka van herdu rejîmên faşîst ji kevn de tên nasîn, herdu di radeya yekemîn de, berjewendiyên xwe diparêzin û gel paşguh dikin.

Back to top button