HPC: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Li dijî tecrîda li ser rêbera Abdullah Ocalan û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dehhezaran endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Amûdê, Qamişlo, Tirbespî, Çilaxa, Rimêlan, Dêrik û Girkê Legê meşek li dar xist.

Meş ji deriyê Dêrikê heta Garaca Navendî bi dirêjehiya 3 kîlometreyan dewam kir. Bi hezaran şêniyên Dêrikê ji bo pêşwazîkirinê amade bûn.

Hevseroka Meclisa Herêma Dêrikê û endama HPC’ê Zelfa Bidûr li dijî gefên dewleta Tirk ên dijî Şengal û herêmê û her wiha tecrîda li ser Ocalan axivî.

Zelfa bi bîr xist ku destkeftiyên gelên herêmê bi saya keda şehîdan hatine û ew ê ji bo parastina wan bêtevger nemînin.

Back to top button