Amerîka ji bo hilbijartinên 24’ê Kanûnê banga lihevkirinê kir

Aloziya Lîbya li paytexta Swîsra Cenevê li ser masê ye. Ji bo hilbijartinên 24’ê Kanûnê xebatên hevpar tên meşandin. DYA, bang li Endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê kir ku di mijara hilbijartinan de , bigihêjin lihevkirinê.

Di hewildanên siyasî û çareserkirina aloziya 10 salin ku li Lîbya didome, xalên dawîn li ser masê ne.

Ji bo vê yekê jî ev 4 rojin li Cenevê civînek ji bo Endamên Forma Dilayloga Siyasî ya Lîbya pêk tê.

Sefaret-xaneya DYA ya li Lîbyayê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Sefîrê Amerîka yê li Lîbiya Richard Norland bang li endamê Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya kir ku ji bo hilbijartinên 24 ê Kanûnê de, bigihêjin lihevkirinê.

Richard Norland ji endamên forumê xwest ku bi Mîsyona Piştevaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Lîbyayê (UNSMIL) re li hevbikin û bixebitin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

Hilbijartinên meha Kanûnê rêya herî baş ji bo hikûmeteke rewa hatiye hilbijartin e.

Hilbijartin wê bibe navgîna peydakirina aramî, pêşvebirin û xizmetên giştî yên bi armanca başbûna Lîbyayê.

Nûnerê NY yê taybet bi Lîbyayê Jan Kubis jî bang li NY, DYA, Îngilistan, Fransa, Almanya û Îtalya kir ku zextê li endamên Forumê bikin da ku ji bo hilbijartina 24’ê Kanûnê bigihêjin encamekê.

75 endamên Foruma Diyaloga Siyasî ya Lîbya ku ji aliyê Mîsyona Piştevaniya NY ya bo Lîbya ve hatîn hilbijartin, ji 28’ê Hezîranê ve li paytexta Swîsre Cenevê di civînê de ne.

Armanca sereke ya civîna endamên forumê jî, li ser binesaziya yasayî ya hilbijartinên parlamento û serokatiyê ku di 24ê Kanûnê de hate plan kirin gotûbêj were kirin û bingehê wê were avakirin.

Civîn îro bidawî dibe.

Back to top button