Xebatkarên jinê yên tendirûstiyê kuştina Seida û Hind şermezar kirin 

Bertekên li dijî armanckirina Hevseroka meclisa bajaroka Til El-Şayir Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr zêde dibin. Li Qamişlo Xebatkarên jin yê tenderustiyê, Kongra Star a navçeya Ehdasê û Meclisa Iştar a wargeha Mexmûrê, şehîdxistina her du jinan şermezar kir û banga bilindkirina asta têkoşîna kirin.

Hevseroka meclisa bajaroka Til El-Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa a Kantona Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr di 22’yê çilê ji hêla DAÎŞ’ê ve hatin revandin û hatin kuştin

Derbarê armankirina her du jinan de xebatkarên jin yên tendurustiyê li bajarê Qamişlo, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya nexweşxaneya dil û çav ya bajêr hat dayîn..

Di daxuyaniyê de, kuştina herdû jinan hat şermezarkirin û bang li tevahî jinan hat kirin ku li ser piyan bin û nehêlin tu kes hêza wan bişkîne.

Kongra Star a Şehbayê meşeke li dar xstin

Kongra Star a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê meşek bi dirûşma “Jin nayê kuştin lê xwe azad dikin” orgenîze kir

Di meşê de endama koordînasyona Kongreya Star a navçeya Ehdas Hemîde Mihemed axivî û tundiya li dijî jinan şermezar kir.

Meclisa Îştar a Mexmûrê banga bilindkirina têkoşînê kir

Li alîkî din, Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê her du jinan de daxuyaniyek niviskî weşand.

Meclîsa Îştar got:

Sede û Hind bi armanca şikandina vîn û îradeya jinan hatine kuştin.

Ji ber şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye û jinan di hemû aliyan de xwe ispat kiriye ji bo wê jî dijmin hêza jinê hedef digire.

Wek jinên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em careke din sersaxiyê ji malbatên her du jinan dixwazin û emê her roj têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button