Serokê YNK’ê Bafil Telebanî hat Rojava

Duh bûyereke girîng li Rojavayê Kurdistanê çêbû..
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwazî li şandeyeke payebilind a Kurdî û Amerîkî kir.
Serokê YNK’ê Bafil Telabanî û Fermandarê Giştî yê Koalîsyona Navnetewî hatin Rojava..
Hevdîtin li gel rayedarên Rêveberiya Xweser û PYD’ê jî hatin kirin..
Di wan civînan de zêdetir behsa şerê li dijî DAIŞ, têkiliyên aliyên Kurdistanî û awayê parastina aramiya herêmê hatiye kirin.

Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî, pêşwaziya Serokê YNK’ê Bafil Telebanî û Fermandarê Giştî yê Koalîsyona Navnetewî General Matiyo Makfarlîn kir.

Di vê hevdîtinê de, endamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed û Mehmûd Berxwedan, Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û Fermandarê Dijterora Başûrê Kurdistanê General Wehab Helebçî amade bûn.

Fermandar Ebdî têkildarî serdana şandeya Kurdî û Amerîkî got:

QSD: Fermandarê giştî pêşwaziya şandeyeke Kurdî-Amerîkî kir

Bi hevdîtina Serokê YNK’ê Bafil Telebanî û General Matiyo Makfarlîn kêfexweş bûm.
Ev yek ji bo xurtkirina karê hevbeş ê têkbirina terorê û parastina aramiya herêmê ye.
Em bi van hevkariyan bextewar in û ji bo berfirehkirina wê jî dixebitin.

Ragihandina QSD’ê eşkere kir ku di hevdîtinê de hevkariya li dijî şaneyên DAIŞ’ê, desteka aramî û ewlehiya herêmê û pêşxistina têkiliyan di navbera aliyan de, mijarên bingehîn bûn.

Bafil Telebanî li gel PYD jî civiya

Serokê YNK’ê di vê serdanê de, li gel rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê civiya.

“Xurtkirina peywendiyên Kurdistanî”

Li gor malpera fermî ya PYD’ê, “Xurtkirina peywendiyên Kurdistanî weke pêwîstiyeke sereke” hatiye dîtin.

“Wê têkiliyên YNK û Rojava bidomin”

Nivîsgeha serokatiya YNK’ê jî hin xalên hevdîtinê belav kirin û li ser zimanê Bafil Telabanî piştrast kir ku wê têkiliyên YNK’ê li gel Rojava bidomin û xurtir bibin.

Her wiha gotiye “Ji tiştên bingehîn ên Rojava, parastina maf, çand û zimanê Kurdî ye û bi serbilindî pişgiriya wê dikin”

Bi zimanê Telebanî “Ev serdan insiyatîfeke niştîmanî ji bo Yekîrêziya Kurdî ye”

“Insîyatîfeke niştamanî ye”

Têkiliyên Rojava û Yekîtî Niştîmanî Kurdistan tim bi awayekî erênî tên nirxandin, li gorî rayedarên Rojava, YNK”ê destekeke baş daye Rojava, bi taybet di berxwedana Kobanê de.

Her wiha di warê şerê li dijî DAIŞ’ê de, dîrokeke hevkariyê di navbera Hêzên Rojava, PKK û YNK’ê li pêş e.

Ev serdan di wextekê de tê ku dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê dike û DAIŞ jî hewl dide xwe zindî bike.

Back to top button