”Eger dorpêç dewam kir dê nexweşxane bê girtin”

Dorpêçkirina Şehbayê û her du taxên Helebê hîna dewam dike.
Dorpêçê zirarek mezin li nexweşxaneyan kiriye.
Ji wan nexweşxaneyan jî nexweşxaneya Xalid Fecir ya Şêxmeqsûda Helebê ye.
Hemşîreyên li nexweşxaneyê hiyşarî dan ”Eger dorpêç dewam kir, dê nexweşxane bê girtin.”

Hemşîreya li beşê zarokan ya nexweşxaneya Xalid Fecir, Hela Herbotlî derbarê mijarê de axivî.

Hela Herbotlî dibêje, ji ber dorpêçê derman gelek kêm bûye û di demeke kurt de dê biqede.

Hela Herbotlî anî ziman nebûna mazotê bandorekê neyînî li nexweşxaneyê dike.

Û hiyşyarî da ku eger dorpêç wiha dewam kir dê nexweşxane di demeke nêz de bê girtin.

Hela Herbotlî bang li aiyên têkildar kir ku ji bo dorpêçê dengê xwe derxin û dorpêçê rakin.

Back to top button