“Metirsî heye ku nexweşxaneya Eşrefiye û Şêxmeqsûd ji xizmetê derkeve”

Ji ber dorpêça hikûmeta Şamê li ser Şehba, Şêxmeqsû û Eşrefiyê rewş aloz e.
Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ragihand ku îhtîmal heye ku nexweşxaneya yekane ya li her du taxan di çend rojên pêş de ji xizmetê derkeve.

Dorpêça hikûmeta Şamê li ser Şehba ,Şêxmeqsû û Eşrefiyê zirarek mezin daye gel.
Taybet jî di qada tendûristiyê de.

Ev Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir e..

Rewşa nexweşxaneyê niha bi vî rengî ye ..

Metirsî hene ku yekane navenda tenduristiyê ji ber dorpêçê ji xizmetê derkeve..

Ji ber nebûna kehrebeya giştî, 24 saetan ji bo kehrebeyê bidin nexweşxaneyê jenerator tên xebitandin.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir, Cegerxwîn Mihemed têkildarî mijarê axivî..

Cegerxwîn Mihemed diyar kir ku dinya zivistane û xelk ji ber vê dorpêçê zehmetiyan dikşîne ..

” Derman û şîrên zarokan nema peyda dibe “

Cegerxwîn dazanîn ku ji berdorpêçê ji bilî dermanê bêhnçikbûnê tu derman li nexweşanê nemaye, di pedakirina derman de gelek zehmetî dikişînin..

Mihemed tekez kir ku ne tenê derman heta bi şîrê zarokan nayê peydakirin ..

“Rêxistinên mirovî li heber dorpêçê bêdengin”

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir diyar kir ku ew nema vê yekê qebûl dikin ..

Rewşa xelkên Şehba,Şêxmeqûd û Eşrefiyê jî bi vî rengîye ..

Derman li ber qedandinê ye.

Heta Gaza Oksijînê jî li ber qedandinê ye…

Ev dorpêç êdî barê wan gelekî giran dike ..

Li hember vê xeteriya heyî û karesetên ku dê rû bidin cîhanê hîn bêdengîya xwe didomîne.

Back to top button