Mustafa Karasû: Tecrîd polîtîkaya tunekirina Kurdan e

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû der barê tecrîda giran a li dijî Rêber Apo de dibêje:
“Tecrîd, polîtîkaya qirkirin û tunekirina Kurdan e.
Her kes deyndarê Rêber Apo ye û divê xwedî lê derkevin.” 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû.

Karasû destpêkê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan û got,

“Bi Rêber Apo re 21 meh in ti hevdîtin nehatiye kirin. Ya rast, tecrîd 24 sal in dewam dike.

Di dema rawestandina şer de hin hevdîtin hatibe kirin jî tecrîd û pergala zordariyê 24 sal in dewam dike.

Mayina 24 salan li zindanê nîşan dide ku têkoşîn çiqasî tund û dijwar e.”

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan nêzîkatiya qirkirinê ye û wiha dewam kir:

“Ev tecrîda giran polîtîkayeke qirkirinê ye. Polîtîkaya tunekirina Kurdan e, şêweyê bicihanîna vê polîtîkayê li Îmraliyê ye.”

Karasû diyar kir ku eger Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) dengê xwe li hemberî vê yekê nake, hingî hevparê vê qirkirinê ne.

Mûstafa Karasû anî ziman ku divê her kes bibîne, li dijî Kurdan polîtîkayeke qirkirinê tê meşadin û destnîşan kir ku heta ev rastî neyê qebûlkirin, kes nikare polîtîkayeke rast biafirîne.

Mustafa Karasû: Xwedîderneketina li rêbertî qebûlkirina qirkirinê ye

Mûstafa Karasû destnîşan kir ku nêzîkatiya li dijî polîtîkaya qirkirinê divê xwedîderketina li Rêber Ocalan be û wiha dewam kir:

“Xwedîderneketina li Rêbertî tê wateya qebûlkirina qirkirina Kurdan.

Kurdên ku xwedî li Rêber Apo dernakevin hingî qirkirin qebûl kirine.

Dest ji Kurdîtiyê berdane û jê re Kurd nayê gotin.”

Karasû bi bîr xist ku Rêber Ocalan gel zane kir, bi rêxistin û xwedî îrade kir û got,

“Niha êriş li ser Rêber Apo tê kirin. Wê demê em hemû deyndarê Rêber Apo ne.

Gelê Kurd, dost, her kes deyndarên Rêber Apo ne. Divê xwedî li Rêber Apo derkevin.”

Mustafa Karasû: Kurdîtî bê berdêl nayê parastin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû dawiyê ev peyam da:

” Gel xwedî derdikeve, lê belê ev xwedîderketin divê bê berfirehkirin.

Gerîla bi dehan sal in têdikoşin. Kurd bi têkoşînê li ser piyan dimînin. Lewma Kurdîtî bê berdêl nayê parastin.”

Back to top button