Bafil Talebanî li Rojavayê Kurdistanê bi Mazlum Ebdî re civiya

Serokê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan YNK’ê Bafil Talebanî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî civiya.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Rojavayê Kurdistanê destpêkê li gel Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî civiya.

Talebanî diyar kir ku ew weke YNK’ê ji bo pirsgirêkên li Rojavayê Kurdistan û Suriyeyê bi rêyên aştiyane werin çareserkirin amadene.

Talebanî got: “Em ê hemû hewlek bidin dakû nîqaşê bikîn bingehê çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina rewşa ku niha derketiye pêş.”

Her wiha Berpirsê Giştî yê Hêza Dijterorê Wehab Helebceyî jî axivî û rewşa siyasî yên girêdayî pirsgirêka Kurd nîqaş kirin.

Di civînê de îşaret bi çareserkirina pirsgirêkan a birêyên aştiyane û hemahengiya leşkerî ya li dijî terorê hat kirin.

Tê payîn ku Telebanî çend hevdîtinan li gel berpirsên Rêveberiya Xweser jî pêkbîne.

Back to top button