Li PE bo Rojava daxwaza ‘herêma ji balafiran re qedexe’

Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi berxwedaniya xwe karîn daxwazên xwe bixin rojeva Parlamentoya Ewropa.
Di parlamentoyê de, daxwaza “herêma ji firîna balafiran re qedexe” hate kirin.
Her wiha daxwaza şermezarkirina êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê hate kirin.

Endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) li bajarê Strasbourg a Fransayê bi nûnerên Komîsyona Ewropayê re civiyan.

Di civînê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Dalli: Dê bandoreke nêyînî ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike

Komîsera Ji Wekheviyê Berpirsyar a Yekitiya Ewropayê (YE) Helena Dalli da zanîn ku êrişên dewleta tirk dê bandoreke neyînî li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike û wiha got:

“Heke li dijî Sûriyê operasyoneke bejahî were kirin, wê ev yek bandoreke neyînî li ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bike.

Her wiha wê rê li ber karesatên ku nayên qebûlkirin veke û ji bo ewlehiya navneteweyî bi xwe re encamên nebaş bîne.”

Hinek parlamenterên ku di civînê de axivîn diyar kirin ku ji bo bidawîkirina êrişan divê zext li dewleta tirk werin kirin.

Fransa: Divê êriş bê şermezarkirin

Parlamenterê Fransayê Oetjen Jan-Christoph destnîşan kir ku divê teqîna di 13’ê Mijdarê de li Taksîm a Stenbolê hatiye kirin were şermezarkirin û wiha domand:

“Lê belê divê êrişên dewleta tirk ên bi hinceta teqîna li Taksîmê bi sedema tolhildanê li dijî Sûriyê û Bakurê Iraqê tên kirin jî bi tundî bên şermezarkirin.”

Herêma ji balafiran re qedexe

Parlamentera Swêdê Evîn Încîr jî tevî komeke parlamenteran daxwaza “herêma ji firîna balafiran re qedexe” kir.

Încîr û hevalên xwe di heman demê de xwestin ku ambargoya çekan deynin ser dewleta Tirk.

Ji endama PE’yê piştgirî

Endamê PE’yê Alfonsi François jî piştgirî da pêşniyarê û ev tişt anî ziman:

“Ji bo ku pêşî li ber êrişên hewayî yên Tirkiyê were girtin, divê mîna li Kurdistana Iraqê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî herêmeke di bin ewlehiya NY de were avakirin û ji firîna balafiran re were qedexekirin.”

Demîrel: Divê helwesta me zelal be’

Parlamentera PE’yê Ozlem Demîrel jî di civînê de berteka xwe wiha nîşan da:

“Rejîma Erdogan dixwaze êrişên xwe yên ji hêla bejahî ve berfireh bike.

Ev yek nayê qebûlkirin.

Divê helwesta me ya di vê mijarê de zelal be.

YE di vê mijarê de dikare tiştên zêdetir jî bike, lê birêz Borell çima îro tev li van nîqaşan nebû?”

Parlamenteran her wiha gotin, dê êrişeke îxtîmal a dewleta tirk bike ku DAIŞ xurt bibe û bi vê yekê re hem dê bo herêmê û hem jî bo Ewropayê bibe xetere.

Back to top button