Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî”

Di demekî ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” nêzî meha xwe ya sêyan bûyî de, ala serhildanê ji aliyê xwendekaran ve hatiye bilindkirin.
Dayîka girtiyên ku cezayê darvekirinê li zarokên wê hatiye birîn, bang li civaka navnetewî kir.
Her wiha li Ewropa û Amerîka jî li gelek welatan çalakiyên piştevaniyê pêk hatin.

Tevî darvekirin, kuştin, girtin û êşkenceyê jî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duh di roja 89’an deye.

Ala serhildanê di destê xwendekaran deye

Ala serhildanê di destê xwendekaran de ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê li beşek dibistanan, holên xwendinê û zanîngehê bi çalakiyên cuda çalakî pêk tên.

Bi taybet li Sine, Kamîran û Merîwan çalakî hebûn.

Dayîka girtiyan li dijî darvekirinê bang kir

Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, Dayika Ferhad û Ferzad Tehazade bi peyamek bi dîmen, bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî cezayê dervekirinê yên li kurên wê hatî birîn hewldana xwe zêde bike.

Ji derveyî cezayê darvekirinê yê li van herdu birayan, li bajarê Şimo cezayê darvekirinê li 4 xwepêşandanên din cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Deshilat Îranê lîstikvanê xwe azadanî darve dike

Lîstikvanê futbolê yê Îranê Amir Nasr-Azadanî ji ber ku beşdarî xwepêşandanan bû cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Komeleya Futbolîstên Navneteweyî, ev biryar wekî “nexweşî” bi nav kir û xwest cezayê bû Nasr-Azadani hatî dayîn bê bidawîkirin.

Dewleta Îranê ji bo darizandina kesên di xwepêşandanan de hatine binçavkirin, şaxên taybet erkdarkiriye.

Serdadgerê Eyaleta Tahranê da zanîn ku li Tehranê li 400 kesan cezayên cuda hatine birîn.

Herwiha li ser asta Îranê jî, li dijî dayîna cezayên darvekirinê û pêkanînê nerazîbûn didomin.

Li hejmarek zanîngeh û peymangeha xwedekaran nerazîbûn nîşan dan.

Heta niha 493 xwepêşandêr hatine kuştin

Komeleya Çalakvanan ya Mafê Mirovan a Îranê hejmara dawî ya kesên di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de jiyana xwe ji dest dane belavkir.

Li gorî wê herî kêm 493 xwepêşander bi gule, lêdan û êşkenceya hêzên dewleta Îranê hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku ji vê hejmarê 68 kes dibin temenê 18 saliyê dene.

Herî kêm 18 hezar û 424 xwepêşander ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.

Li Ewropa û Amerîka çalakiyên bo Jîna

Herwiha ji derverî welat jî çalakiyên li dijî zext û darvekirinan pêk tên.

Li welatên Brîtanya, Almanya, Swêd, Îtalya, Norvêc, Kanada û Awistralya çalakiyên nerazibûnê hebûn.

Li Berlînê “Jin, Jiyan, Azadî”

Li deriyê Birandburgê Berlînê yê Almanya, ji bo piştevaniya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandin.

Back to top button