HRRK lidarxistina çalakiyên ‘Qendîlên Rojava’ didomîne

Duh şevbuhêrka çîrokan li Qamişlo hate lidarxistin.
Ev yek jî di çarçoveya çalakiyên hunerî yê HRRK ‘ê de ye .

HRRK ‘ê her roj piştî fitarê çalakiyeke hunerî li dar dixe..

Ev yek ji destpêka meha Remezanê ye..

Di vê çarçoveyê de, duh şevbuhêrka çîrokan lidarxist.

Gelek nivîskarên çîrokan, rewşenbîr, nivîskar, endamên HRRE beşdar bûn.

Di destpêka çalakiyê de, gelek nivîskaran berhemên xwe xwendin.

Di çîrokan de mijarên cihereng û dewlemend li ser rewşa jiyanî, cih girtin.

Çaverê ye ku îro HRRE çalakiyên xwe bi dayîna semînerekê bi dawî dike.

Wê parêzer Sêvî Îzolî semînerê bi rêve bibe.

Back to top button