87 rojin aqûbeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Ji rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 87 rojin agahî nayê girtin.
Di derbarê revandina Silêman Ehmed de berpirsê Rojnameya Xwebûnê Mehmed Alî Ertaş banga li xwedîderketina li Silêman Ehmed kir û got: “Bila Rojnamevan Silêman Ehmed tenê nehêlin û li wî xwedî derbikevin.”

Ji Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin 87 rojin aqûbeta wî nayê zanîn.

Roj bi roj guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Rojnamevan Mihemed Alî Ertaş: PDK şêwazê tirkan bikartîne

Berpirsê Rojnameya Xwebûnê Mehmed Alî Ertaş, têkildarî rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed axivî.

Mehmed Alî Ertaş diyar kir ku çawa di salên 90’î de rojnamevanên kurd ku rastî derdixistin holê direvandin, û winda dikirin, kuştin dikirin, niha jî PDK bi heman rêbazê tevdigere.

Ertaş, dazanîn ku PDK îro li gorî peymana hikûmeta Tirkiyê tevdigere û ji ber ve yekê jî polîtîkayên Tirkiyê li başûrê Kurdistanê jî di meriyetê de ne.

“Divê hemû rojnamevan ji Silêman Ehmed xwedî derkevin”

Ertaş, bi bîr xist ku Silêman Ehmed hat revandin, windakirin, di be ku sibê rojnamegerek din bê windakirin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

“Ji ber vê yekê jî divê hemû rojnamevan li hempîşeyê xwe xwedî derbikevin û bibin dengê Silêman Ehmed.

Di aliyê hiqûqî, siyasî û rojnamegeriyê de hewce ye dengê wî bilind bikin û li her derî belav bikin.

Di serî de komele û sendîkayên rojnamegeran mafên wî biparêzin. ”

Mehemed Alî Ertaş: Divê PDK dev ji vê polîtîka xwe berde

Di dawiyê de Ertaş bang bang li PDK’ê kir ku ku dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêjî berde û Silêman Ehmed serbest berde.

Navenda Metro: Pêwîste parêzer biçin gel rojmamevan Silêman Ehmed

Back to top button