“Şerê gel ê şoreşgerî”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî pêwesîtiyên “Şerê Gel Şoreşgerî” peyamek ji hêzên gerîlla û fermandarên wan re şand.
Fermandariyê diyar kir ku hîmê esasî yê vê pêvajoyê şerê tûnelan û pirsporiya tîmên gerok e.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ji bo fermandar û gerîllayên HPG’ê peyamek weşand.

Fermandariyê bi bîr xist ku ji sala 2015’an ve dewleta Tirk ji bo tinekirina destketiyên têkoşîna azadiyê hemû hêz û derfetên xwe bikar tîne û got;

Di van salên derbasbûyî de li ser hemû dînamîkên gelê Kurdistanê zextên faşist û şerê taybet tê meşandin.

Lê bi esasî herî zêde di hedefa van êrişan de Rêber Apo, gerîlla û şoreşa Rojavayê Kurdistanê hene.

Bi saya têkoşîna li dijî qirkeriyê dewletê, hewldanên tinekirina têkoşîna azadiyê biserneketin.

Fermandariyê diyar kir ku ji ber vê yekê dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hin aliyên Kurd kir beşek ji palana xwe û wiha dewam kir:

“Hevkariya PDK hişt ku dijmin li Başûr bicih bibe”

Niha li Başûr di navbera dijmin û PDK’ê de hevkariyekî di asta jor de heye.

Dixwazin doza Kurd bi destê Kurdên hevkar têk bibin.

Diyar e ku eger ne bi hevkariya PDK’ê ba, dijmin nedikarî ewqas demdirêj li Başûrê Kurdistan şer bike.

Bi saya hevkariya PDK’ê, dewleta Tirk bi rehetî çekên kîmyewî bikar tîne.

Lewma PDK wek mertalekî xwe daye pêşiya hemû heyetên çavdêrî û rê nade lêkolînan.

Rastiya ku pêwîste were zanîn ev e:

Eger sibe dijmin li hemberî me bi serbikeve ew ê Kurdê hevkar jî tesfiye bike. Ev kevneşopiyeke dîroka Tirkiyê ye.

Fermandariya Navenda Parastina Gel girîngiya rêbaza şerê nûjen a li dijî êrişên dewleta Tirk jî nirxand û got;

“Derfetên parastina Kurdistanê hatine afirandin”

Encama şerê niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike pir girîng e.

Eşkere bû ku mirov hemberî teknolojiya giran û çekên qedexekirî dikare axa xwe biparêze.

Ev yek jî xwe dispêre Perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî.

Hêmanên “Şerê gel ê şoreşgerî”

Di mijara Şerê Gel ê Şoreşgerî de, tecrûbeyên giring li Herêmên Parastina Medya derketine holê.

Lê belê weke ku her kes dizane li van herêman gel piranî hatiye koçber kirin.

Lewma ev şer îro tenê li ser hêza gerîlla tê meşandin.

Li deverên ku gel lê heyî divê mirov Şerê Gelê Şoreşgerî li ser her çar lingan birêxistin bike.

Gel, gerîla, parastina cewherî, şerê binerd û tûnelan.

“Serkeftina şer tenê bi gotinê nabe”

Rêya têkbirina êrişa dagirkeran û misogeriya serkeftinê, fêmkirina rast a Şerê Gel ê Şoreşgerî ye.

Di vî warî de herî zêde pêwîstiya gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê yekê heye.

Ji xebatên xweparastinê bigrin, heta şerê ragihand û civakî, pêwîstî bi têkoşîneke giştî heye.

Ger wisa be, mîna herêmên gerîlla, wê dewleta Tirk li Rojava jî têk biçe.

Nabe ku ti kes cihê xwe berde. Berevajî lazime mirovên me li her qadê beşdarî şer bibin.

Wisa tenê bi gotin nabe, di cih de hewldan û amadekarî pêwîst e.

Eger tevahiya gelê me bibe beşeke ji rêbaza têkoşîna nûjen, wê teqez berxwedan bi encam bibe.

Back to top button