“Tirkiyeyê ji bo tunekirina gelê Kurd her tim DAIŞ bi kar anî”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim got: “Tirkiye li Asya Navîn piştgiriyê dide DAÎŞ’ê.”
Her wiha Salîh Muslim anî ziman ku Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAÎŞ’ê û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera DAÎŞ’ê ya li Rojhilata Navîn û herêmê zêde bû.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim li ser têkiliya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê axivî.

Salîh Muslim anî ziman ku dewlet DAÎŞ’ê weke amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û got:

“Tirkiyeyê ji bo armancên xwe, ji bo tunekirina gelê Kurd her tim DAÎŞ bi kar anî.

Ji ber vê yekê DAÎŞ berda ser Kurdistanê. Li Şengal, Mexmûr, Hewlêr, Kobanê berê DAÎŞ’ê da gelê Kurd.

Li Kobanê şikest, li Dêrazorê serweriya xwe bi dawî bû, lê belê hîn jî DAÎŞ’ê dide pêş.

Heta ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAÎŞ’ê bi dawî nebe, metirsiya DAÎŞ’ê jî bi dawî nabe.”

“Tirkiye têkildarî asya navîn xwedî planan e”

Salîh Muslim anî ziman ku piraniya DAÎŞ’iyên êrîşî Rojava kirin ji Tacîkistan, Kazakistan, Efganistanê bûn û wiha dewam kir:

“Lewma ev yek nîşan dide ku Tirkiye têkildarî Asya Navîn xwedî planan e.

Planên xwe hene ku li Asya Navîn belav bibe û berfireh bibe.

Bi vî rengî dixwaze li vê herêmê tevlîheviyê bike.

Li vir jî Tirkiye piştgiriyê dide DAÎŞ’ê, xwedî lê derdikeve.”

Salih Muslim: Çalakbûna DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn xeter e

Salîh Muslim ragihand ku cihekî siya DAÎŞ’ê hebe li wir aramî nabe û got:

“DAÎŞ krîz û kaosê diafirîne. Dibe sedema mirina mirovan, şerê navxweyî kûr dike.

Li cihê ku DAÎŞ lê hebe timî paşketin heye. Çalakbûna DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn xetere ye.

Tirkiye DAÎŞ’ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û şantajê li welatên Ewropayê dike”.

Salih Muslim: Bi destê DAIŞ’ê li dijî gelan komkujî û qirkirin tê kirin

Di dawiya axaftina xwe de Salîh Muslim got:

“Bi destê DAÎŞ’ê li dijî gelan komkujî û qirkirin tê kirin.

Eger Tirkiye ji bo armancên xwe DAÎŞ’ê ji nû ve çalak bike, çawa ku beriya niha li Fransa, Hollanda, Elmanya û

Îngilistanê teqîn çêbûn, ev rewş wê DAÎŞ’ê ji nû ve geş bike.

Hêviya me ew e ku her kes vê rastiyê bibîne û van lîstikên qirêj ên Tirkiyeyê asteng bikin.”

Back to top button