Li Nijeryayê pevçûn: 30 kes mirin

Li Nijeryayê di navbera şîvan û cotkaran de pevçûnek derket, herî kêm 30 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Têkîldarî vê pevçûnê Komeleya Pêşvebirinê ya Maghavulê ya li Platûyê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Mangû di navbera du koman de pevçûn derketiye.

Di daxuyaniya Komeleyê de hat destnîşankirin ku ji ber pevçûnê gelek mal û cihên olî hatine şewitandin û bi dehan kes jî neçar man malên xwe biterikînin.

Serokê Herêma Mangu ya Xaça Sor a Nîjeryayê Nurudeen Husaini Magaji diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan heta niha nêzî hezar û 500 kes xwe li kampa ku li herêmê hatiye avakirin bi cih bûne.

Ji aliyê din ve Berdevkê Polîsên Eyaleta Plateau Alabo Alfred ragihand ku di lêpirsînên ku der barê bûyerê de hatine destpêkirin de 17 kes hatine binçavkirin.

Waliyê Plateau Caleb Mutfwang ji ber pevçûnên li herêma Manguyê 24 saetan qedexeya derketina derve îlan kir.

Di êrîşên 25ê Kanûna 2023’yan de li herêmên Bokkos û Barkin-Ladî yên parêzgeha Plateauyê herî kêm 200 kes mirin.

Back to top button