Li Parîsê ji bo têkliyên danûstandinên nukleerî civîn lidar dikeve

Li Fransa amadekariyên civîna peymana bernameya nukleerî ya Îranê tê kirin.
Ji bo civîna çaralî ya li Parîsê nûnerên welatan li ketine ser rê.
Nûnerê Amerîkayê yê bi dosyaya Îranê jî berê xwe da welat.

Li gorî ajansa AFP`ê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got,

Nûnerê Amerîkayê Rob Malley îro gihaşt Parîsê da ku bi hempîşeyên xwe yên “Koma A3” re anku bi hersê dewletên Ewropayê yên têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê re, bicive.

Danûstandinên çaralî yên tevî Fransa, Almanya û Brîtanyayê wê di çarçoveya dewamkirina danûstandinên bernameya nukleerî ya Îranê de pêk werin.

Dîplomatekî Fransayê jî got, nûnerekî Yeketiya Ewropayê (YE) jî wê tev li danûstandinan bibin.

Danûstandin beriya hilbijartina serokomariya Îranê ku Tebaxê de pêk hat, hatibû rawestandin.

Hikumeta Serokomarê Îranê Ibrahîm Reîsî jî dixwaze di zutirîn demê de, danûstandin bi encam bibin.

Back to top button