Stoltenberg: Hevalbendan li ser yekemîn mejiyê çêkirî lihev kir

Civîna Wezîrên Parastinê yên NATO, di roja duyem de ye.
Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand ku hevalbendên NATO li ser Yekem Stratejiya mejiyê çêkirî gihîştine rêkeftinekê û ji bo projeyên nûjeniyê, milyarek euro fonek diyarkirine.

Jens Stoltenberg li navenda NATO ya li Brukselê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Stoltenberg diyar kir ku wezîrên parastinê îro di çarçoveya Koma Plansaziya Atomî de civiyan û got:

Heta ev yek ji bo mijara aştiyê were bikaranîn, wê NATO hevalbendek yê baweriyê be.

Sekreterê Giştî yê NATO diyar kir ku hevalbendan îro ji bo avakirina Fona Nûjeniyê ya NATO’yê peymanek îmze kirin.

Jens Stoltenberghêvî kir ku ev fon milyarek euro be da ku li ser teknolojiyên nûjen û têkder bixebite.”

Stoltenberg îdia kir ku hevkariya navbera NATO-YE gihiştiye astekê ku heta niha nehatî dîtin.

Her wiha diyar kir ku wezîran dersên der barê Efxanîstanê de hatin girtin nirxandin.

Back to top button