Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava bi daxuyaniyekê xebata hêzên ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê meşandine û şervanên YPJ’ê ku jina Êzidî Kovan Ebdo ji DAIŞ’ê xilas kirine silav kirin.
Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyek da.
Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku Operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” gelek girînge û wiha pê de çû:
“Ji bo ku şaneyên DAIŞ`ê yên êrişan dikin, tune bibin.
Em xebata hêzên ku ev Operasyon meşandine û her wiha şervanên YPJ’ê ku jina Êzidî Kovan Ebdo ji lepên çeteyên DAIŞ’ê xilas kirine silav dikin.
Em ê her dem piştgiriya şervanên xwe dikin.
Em careke din soza xwe bi şehîdên fermana 74’an û tevahî şehîdên azadiyê dubare dikin ku em ê tola wan hilînin û dev ji rêya têkoşînê bernedin.”