Dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên bê mirov çewlîka mirîşkan a li Sirînê bombebaran kir.
Di encamê de gelek mirîşk mirar bûn.
Nûçegihanê me derbarê êrişê da agahî da û ragihand ku êriş doh derengiya şevê li dijî çewlîka mirîşkan a gundê Nasro yê ku dikeve nabera Qereqozax û Sirînê de ye û ev gund girêdayî Sirînê ye.
Nûçegihana me ragihand ku di encama êrişê de gelek mirîşk mirar bûn û zirarên madî çêbûn.
Dagirkeriya Tirkiyê gundê Şealê yê Şehba û gundê Bênê yê Şêrewa topbaran kir
Her wiha dagirkeriya tirkiyê vê çend demjimêr beriya niha jî gundê Şealê-Xerbet el Şealê ya herêma Şehba û gundê Bênê ya navçeya Şêrewa Topbaran kir.
Li ser herêmê balafirên keşfê yê dagirkeriya tirk digerin.