Dagirkeriya Tirkiyê êrişî gundên Minbic; Şera û Til Rifatê kir

Îro jî êrişên dagirkeriya Tirkiyê li 3 cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûrî hebûn.
Heta kêliya me nûçe amade dikir, gundên Şera, Til Rifet û Minbicê hatin topbarankirin.

Li gor agahiyên me ji herêmê bi dest xistine, Dagirkeriya Tirkiyê gundê Şewarxa yê navçeya Şera a kantona Efrînê topbaran kir.

Her wekî gundê Bêlûniyê, Şêx îsa, Minix, Eyn Deqnê û derdora navçeya Til Rifat jî bûn armanca topên dagirkeriyê.

Li tenişta vê yekê, Navenda Ragihandinê ya Cebhet El-Ekrad ragihand ku dagirkeriya Tirkiyê gundên Qert Wêran û Til Torîn ên rojavayê Minbicê jî topbaran kirin.

Back to top button