Amerîka bersiva li dijî baregah xwe lêkolîn dike

Di encama êrişeke dronî ya li dijî baregeha Amerîkayê ya li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û 34 jî birîndar bûn.
Li gorî hin malparên Amerîkî, Berpirsine amerîkî piştrast kirin ku Serokê Amerîkî Joe Biden ferman daye şêwirmendên xwe ku bijardeyên bersivdayîna li ser êrîşa Urdunê gotûbêj bikin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden komên çekdar ên Îran bi êrişê tohmetbar kir û soza tolhildanê da.

Biden di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyan re soza tolhildanê da û got:

“Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”

Li gorî hin malparên Amerîkî, berpirsine amerîkî piştrast kirin ku Serokê Amerîkî Joe Biden ferman daye şêwirmendên xwe ku bijardeyên bersivdayîna êrişê gotûbêj bikin.

Her wiha hate diyarkirin ku di nav bijardeyên bersivdayinê de, dibe ku çekdarên îranî li Sûriyê û Iraqê yan jî samanên deryayî yên Îranê li Kendava Erebî bên armanckirin.

Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku Serokê Amerîkî Joe Biden ronahiya kesk bide, dê bersiv di nav du rojan de dest pê bike.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ew di wê baweriyê de ne ku Îran dixwaze bi Amerîkayê re bikeve nava şer û Washington jî vê yekê naxwaze.

Lê belê herî dawiyê Îranê ragihand ku tu pêwendiya wê bi wê êrişê re tune ye.

Li aliyê din Kordînatorê Peywendiyên Stratejîk ên Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşk Spî John Kirby di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Amerîkayê de ragihand, wan hemû bijarde pêşkêşî Biden kirine û Serokê Amerîkayê dê biryarê bide ka dê çawa bersiva êrişê bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Hêzên Amerîka ji 15’ê Cotmeha 2023’an ve herî kêm rastî 165 êrîşan hatiye, 66 caran li Iraqê, 98 caran li Sûriyê û carek jî li Urdunê.

Biden: Îran li dû êrişê ye û dê bersiveke tund werbigire

Back to top button