Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya nêzbûna komploya navneteweyî li navçeya Şedadê semînerek lidarxist û tê de wiha got:
“Hêzên kapîtalîst di şexsê Rêber Apo de, vîna gelan armanc dikin.”
Bi nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo re, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cûda hatin lidarxistin.
Girêdayî mijarê Partiya Sûriya Pêşerojê bi amadebûna saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li navçeya Şedadê semînerek li dar xist.
Endama rêveberiya Meclisa Partiyê Fatme El Taraf semîner bi rêve bir û behsa dosyaya dîlgirtina Rêber Apo kir û got:
“Hêzên kapîtalîst di şexsê Rêber Apo de, vîna gelan armanc digirin.”
Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El Ferhan jî behsa hovîtiya dewleta Tirk li hember şoreş û serhildanên Kurdan kir û got:
“Wan xwest ku bi dîlgirtina Rêber Apo şoreşa gelan têk bibin.
Lê edî her kes dizane ku beyî Rêber Apo pirsgirêka Kurd çareser nabe.”
Şêniyên Minbicê: Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê aştî li cîhanê pêk nayê