Di encama êrişên hêzên PDK’ê ya 29’ê Tebaxa 2021’ê de li herêma Xelîfanê a Başûrê Kurdistanê 6 gerîla şehîd bûn. Ji wan gerîlayên şehîd 2 ji Rojavayê Kurdistanê ne. Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan li Kobanê çalakiya kon destpêkirin.
Konê çalakiyê li qada Şehîd Egîd a li bajarê kobanê hat vedan.
Çalakî bi amadebûna şêniyên herêmê, endamên saziyan û partiyên siyasî hat destpêkirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal hate kişandin li ser girîngiya hevgiritna hemû pêkhateyên herêmê ji bo piştgirîdayîna malbatên şehîdên Xelîfanê û berdewamkirina çalakiyan heta wergirtina cenazeyên şehîdan.