Ji îmzevanên deklarasyona ‘Banga Aştiyê’, parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û Serokê Giştî yê Partiya Gelên Bindest-EHP’ê Hakan Ozturk derbarê tecrîda li dijî Rêber APO gotin:
“Bidawîbûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan, bidawîbûna tecrîda li Tirkiyeyê ye. Divê her kes vê yekê fêm bike û bi vê hîsiyatê tev bigere.”
Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal diyar kir ku sedsala duyemîn a komarê ji bo rakirina tecrîdê firsende û got:
“Rojhilata Navîn û welatê me di nava xelekek agir de ne.
Sedemê gelek krîzan, krîza siyasî, krîza aborî, krîza civakî û çandî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê ne.
Em dikevin sedsaleke nû ya komarê. Bi dawîbûna tecrîdê, wê deriyê demokrasî û aştiyê vebe.”
Akin Bîrdal destnîşan kir ku encamên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wê giran be û wiha dewam kir:
“Eger em ji bo aştî, edalet, wekhevî û azadiyê neyên ba hev, li gorî min Tirkiye wê veguhere tecrîdê.
Bidawîbûna tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan, bidawîbûna tecrîda li Tirkiyeyê ye.”
Serokê Giştî yê Partiya Gelên Bindest-EHP’ê Hakan Ozturk jî derbarê heman mijarê de axivî û got:
” Divê li tirkiyê şert û mercên tecrîdê bên guhertin û aştî pêk were.”