Rewşenbîrên Kerkûkê ji bo aştiyeke mayînde, banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo kirin û gotin; “Dewleta Tirk ya dagirker ji fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ditirse.”
Nivîskar û rewşenbîr Reşîd Kerkûkî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê ferzkirin axivî û wiha got:
“Mafê jiyanê yê hemû mirovan heye. Lê ew maf li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye qedexe kirin.
Ev maf tenê li welatên otorîter û bi dîktatoriyê tên birêvebirin nayê bicihanîn.
Tecrîda li ser birêz Ocalan tê ferzkirin, binpêkirina mafên mirovane.
Bi tu awayî nabe mafê wî yê hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê qedexekirin.”
Nivîskar û wergêr Mutesem Mihemed jî wiha got;
“Dewleta Tirk gelek ji birêz Ocalan ditirse lewra naxwaze deng û peyamên wî bigihe derve.
Bêgûman tişta ku dewleta Tirk niha li Girtîgeha Îmraliyê dike, binpêkirina mafên mirovan, mafê girtiyan, mafên gelê Kurde.
Lewra bi polîtîkayên zext, tecrîd û zilmê nikarin pêşiya fikrên aştî û azadiyên yên Rêber Ocalan bigirin.”